Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10.mîn civîna Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bi rê ve çû

13:31 - 11 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevakariya Hizbên Kurdistana Îranê  di civînekê de, li ser hevkariya zêdetir û pirensîpên navendê û bi taybetî hevkariya emniyetî gotûbêj kirin.  

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemiyê 19`ê Sermawezê, bi mêhvandariya PDKÎ, 10.mîn civîna Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê bi rê ve çû.

Destpêka civînê bi ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel bi rê ve çû.

Piştre Mihemednezîf Qadirî berpirsê dewreyî ê Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê basek li ser kar û çalakiyên vê navendê, û bas ji mekanîzma karkirina vê navendê kir. Piştre her yek ji hizbên beşdar di civînê de, derheq birêvebirina kar û çalakiyên vê dewreyê, pêşniyarên xwe bo çalakiyên rojên bê de pêşkêş kirin.

Di beşeke din de, xetên giştî ên Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê û pirensîp û armancên navendê, xistin ber bas û bi dengê giştî ê beşdaran hate pejirandin.

Beşeke din ya karê Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê baskirin bû li ser hevkariyên emniyetî, ku paş boçûnên hemû aliyan, û berpirsên dezgehên emnî, ên ser bi hizbên endam di Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê, biryar û pêşniyarên hewce  bo mîkanîzma hevkariyan hatin pejirandin.

Di dawiya basa destûra karê civînê de, pirojeya “pilatforma hevpar ya Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê rû li opozisyona Îranî” xistin ber bas, û piştî guherîna bîr û boçûnan biryar hate dan ku di pêşerojeke nêzîk de, paş bicihkirina boçûna hemû endamên Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê, wekî pilatforma hevpar ya vê navendê, ew yek rû li raya giştî û bi taybetî opozisyona Îranî bê belavkirin.  

Navenda Hevkarî ya Hizbên Kurdistana Îranê

19`ê Sermaweza 1397`an a Rojî