Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

12 sal ceza bo hemwelatiyekî Kurd

21:27 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Dozgeriya Şoreş (Înqilab) a Urmiyê, ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê, paş du sal çarenivîsa neroh, 12 sal û 3`ê Meh cezayê hebsê bi serde sepand in.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, “Umîd Mamendnijad” kurê “Ehmed” xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê dozgeriya Înqilaba Urmiyê, bi tawana “hevkarîkirin li gel yeke ji Partiyên siyasî ên dijî rejîma Îslamiya Îranê û têkdana ewlehiya giştî, 12 sal cezayê hepsê lê hat birîn.

Li gor gotina çavkaniyeke haydar, dozgeriya Înqilaba Urmiyê bi bêy hazirbûna “Umîd Mamendnija” di mehkemê de, ew hukima bi serde sepandine.

Ew hevwelatiyê Kurd ji 28`ê Reşemeha 1392 a rojî, ji aliyê hêzên Îlaata rejîma Îranê ve, di bajarê Pîranşarê hatibû binçavkirin û heya du Mehan li odeyên takekesî yên girtîgeha Îtlaata wî bajarî girtî bû, paşan bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhiztin.

Li gor vê raporê Umîd Mamendnijad, di dema hatî binçavkirin ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû vegohistin û heta niha çarenivîsa wî neron e.

Di piraniya dosyên peywendîdar bi girtiyên Kurd ku bi tawanên siyasî û ewlehî ruberu dibin, qonaxên yasay ên dozgeriyê berçavnayên girtin. Hevwelatiyên Kurdên girtî destê wan nagihe parêzeran û bi adilane nayên darizandin (guh bi xwestekên wan nayên girtin) gelekn caran tawamnbaran îdia kiriye didemên lêpirsînm û darizandinê de eşkenceyên fîzîkî biwan hatine kirin.