Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

13.mîn civîna desteya serokatiya UNPO`yê li Scotlandê de bi rê ve çû

22:53 - 28 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ beşdarî kir di 13.mîn civîna desteya serokatiya UNPO`yê de.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Duşemiyê 5`ê Pûşperê di welatê Scotlandê de, 13.mîn civîna desteya serokatiya UNPO`yê bi beşdariya Dr. Elî Ebdîlzade nûnerê PDKÎ di vê rêkxirawê de bi rê ve çû.

Di vê civînê de piştî pesendkirina destûra karê civînê her yek ji serok û sekreterê UNPO`yê rapora kar û çalakiya çend mehên derbazbûyî ê rêkxirawa xwe pêşkêşî endamên desteya serokatiyê kirin. Di doma beşa yekem ya civînê de, herwisa rapora beşa malî ji aliyê berpirsê malî ê UNPO`yê ve hate pêşkêşkirin.

Beşeke din ya civîna desteya serokatiyê, bo biryardan li ser daxwaza wergirtina endaman û pêdeçûna bi ser endametiya çend aliyekan hatibû danîn. Beşa serekî ya civînê taybet bû bi baskirin û pêdeçûna bi ser hûrdekariyên 13.mîn kongireya UNPO ku êvariya heman rojê di parlementoya Scotlandê de bi beşdariya heyeteke PDKÎ dest bi karên xwe kir û bo heyama sê rojan berdewam dibe.