Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%16 ji %19 Fermandeyên Kurd di Erteşa Îraqê de kim bûne

22:37 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Endamek Parlemana Îraqê dibêje, di 5 salên dawî de hejmara Fermandeyên Kurd ên Erteşa Îraqê ji 19 ji sedî gihîştiye 3 ji sedî.


Şiwan Mihemd Teha, Endamê Navneda Ewlehî û Berevaniya Perelamna Îraqê li gel malpera “Awêne” got: Li gor amara ku lîstê Hevpeymaniya Kurdistanî û Navneda Ewlehî û Berevaniyê di sala 2007’an ji hejmara Kurdên xwedî pile di Erteşa Îraqê de, hejmara wan 19 ji sedî a Fermandeyên Erteşa Îraqê bûne, lê di salên dawî de hejmara han bo 6 ji sedî daketiye û di wan dawiya ne de jî hejmara han gihîştiye 3 ji sedî.
Ew Endamê Perlemana Îraqê, bi amajekirin bi berdewamiya kimbûna rayedarên Kurd ên Erteşa Îraqê, di wê baweriyê de ye ku pêşeroja Îranê, beşdarî û balansê di îdareyên kar û barên Erteşê de tûşî metirsiyê dike.
Hesen Cehad, Endamek din yê Navneda Ewlehî û Berevaniya Perlemana Îraqê li gel malpera “Awêne” got: Di radeyên jêrdetir ên Erteşa Îraqê de jî karbidestên Kurd pirr kim bûne, bi taybetî Fermandeyên di Fewc û Lîwayan de amara wan 4 heya 5 ji sedî nîşan dide.