Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

18 penaberên Efxanî li ser sînorê Îran û Turkiyê hatin kuştin

22:51 - 30 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: 8 penaberên Efxanî ku dixwastin li Sînorê bajarê Selmasê yê Kurdistana Îranê ve derbasî Turkiyê bibin, ji aliyê hêzên întizamî ên rejîma Îranê ve ketin ber destrêjê û hatin kuştin.


Li gor malpera “hirana”, roja Îna derbasbûyî ragihand ku roja Şemiya derbasbûyî 18 penaberên Efxanî li ser sînorê Îran û Turkiyê li bajarê Selmasê ketin ber êrîşên hêzên Întizamî ên rejîma Îranê û canê xwe jidest dan.
Li gor çavkaniyê 23 hevwelatiyên Efxanî ku bi armanca derbasbûn bo welatê Turkiyê, li nêzîk gundê “Çarsitûn” yê ser bi bajarê Selmasê ketine ber êrîşa hêzên rejîmê û 18 kes ji wan canê xwe jidest dane û 5’ên din jî birîndar bûn.
Di wê bûyerê de herweha 25 kes ji hevwelatiyên xelkê gundên “Deşwan û Çarsitûnê ên ser bi Selmasê ji aliyê hêzên Întizamî ên rejîmê ve hatin destbiserkirin.
Berpirsên rejîma Îranê di wê derheqê de heya niha tu helwestek nebûne û ji vê yekê bêdeng in.
Salane sedan kes ji xelkê welatên Rojhilatî di riya Turkiyê ve hewlên derbasbûna welatên Ewropayî didin.

Hêjayî gotinê ye ku penaberên Efxanî li Îranê li jêr tundtirîn givaşan de ne.