Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

19 sîxorên ser bi rejîma Îranê di Behrêynê de hatin binçavkirin

21:24 - 31 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Dadgeha Behrêynê 19 kes ji şî`ên wî welatî bi tawana sîxoûrîkirin ji bo Îranê binçavkirin.

Dadgeheke welatê Behrêynê di ragehandinekê de belav kiriye ku, 19 kes ji hemwelatiyên Şî`e yên wî welatî bi tawana sîxorîkirin ji bo Spaha Pasdaran a Îranê û Hizbullah a Lubnanê û herwiha hewldan ji bo hiloşandina hikûmeta Behrêynê, binçav kirine.

Di vê ragehandinê de hatiye, ku wan kesan zanyariyên gellek veşartî (nepenî) dane Spaha terorîstî a Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê, û herwiha wan girûpan alavên gellek giran gihandine wan kesan.

Dadgeha welatê Behrêynê di vê ragehandinê de ev yeka jî zêde kiriye ku, wan odeyên takekesî bo xwe dirust kirine, û milîşên Behrêynê yên ser bi rejîma Îranê, li dijî hikûmeta wî welatî tûj kirine (han dane), da ku aloziyan dirust bikin, û herwiha dozgeriya wî welatî gotiye ku: Kesên ku hatine cezadan, endamên girûpa “Alfa” bûne, û li gor gotina berpirsên welatê Behrêynê ev kesane ser bi Spaha terorîstî a Pasdaran a rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê ne.

Di vê ragehandinê de hatiye ku: Li koma wan kesên ku hatine girtin, 8 kes ji wan bi hepsa heta-hetayî û 9 kesên din jî bi 15 sal cezayê hepsê, û 2 kesê din jî bi 10 sal cezaya hepsê hatine mehkûumkirin.

Girtina wan kesan di halekî de ye ku, berpirsên rejîma Îranê û Spaha terorîstî a Pasdaran tu buhagiraniyekê heta nadin xelkê xwe jî, çi bigîje vê ku, ew di hizra xelkê welatên Behrêyn, Yemen û Qeterê de bin, û tenê tişta ku ji rejîma Tehranê re girîng e, serkevtina îdolojiya wan e.