Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 hezar zarokên parêzgeha Urmiyê, xwarineke baş tuninin

09:23 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: 2 hezar zarokên parêzgeha Urmiyê li Rojhilata Kurdistanê, di rêza wan zarokan de ne, ku tûşî xwarina xirap bûne. 1783 kes ji wan zarokan di wan deveran de dijîn ku ji xizmetan bêpar in.

“Ezîz Sehendî” berpirsê giştî yê Komîteya Îmdad a parêzgeha Urmiyê, di gotûbêjekê de  ligel nûçegihaniya hikûmetî ya Îranê “ISNA”yê de, bas ji hebûna 2 hezar zarokên jêr 7 saliyê kiriye, ku xwarina wan xirab e.

Navbirî herwisa ragehand ku di wê rêjeyê de, 1783 kes di wan deveran de dijîn ku li dervey bajaran in, û di rewşekî xirap de dijîn, û ji xizmetguzariyên bi vî awayî bêpar in.

Pêştir jî “Nadir Qazîpûr” nûnerê meclisa rejîmê bas ji arîşeyên akincîbûna li dervey bajaran kiribû, û ev diyardeya bi yek ji  arîşeyên parêzgeha Urmiyê bi nav kiribû.

Navbirî ragehandibû ku ji sedî 50 ji xelkê bajarê Urmiyê bi sedema kêşeyên abûrî, rûniştiyên dervey bajaran in, ku eva diyarideya zarokên kar û kolberiya zarokan dû xwe re anî ye.

Hiloşiyana abûrî a Îranê û gehiştina dahata malbatan bi jêr xeta hejariyê de, ji sedemên serekî ên karkirina zarokan û tûşbûna wan bi nexweşiyên derûnî û cesteyî ne, ku xwarina xirap yek ji wan e ku zêdetir berbilav bûye, û tûşî xwarina xirap bûne, û eva jî ne tenê di parêzgeha Urmiyê de, belkû parêzgehên din jî bi xwe ve girtiye.