Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almaniyayê bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên Kurdistan û Îranê kombûnek hat lidarxistin

12:05 - 26 Îlon 2022

Komîteya PDKÎ ya li welatê Almaniyayê bo piştevanîkirin ji nerizayetiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kombûnek lidar xistin.

Roja Çarşemî 30ê Xermananê, komîteya PDKÎ ya li welatê Almaniyayê, digel Navenda Çalakvanên rêya Rizgariya Îranê li derheq şermezarkirina kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve, li bajarê „Hamburk“ê xwenîşandanek berfireh lidar xistin.

Di destpêka kombûnê de peyama komîteya PDKÎ ji aliyê “Kemal Hesenpûr” berpirsê beşa teşkîlatî a komîtê bi zimanê Farsî hat xwandin.

Di peyama Komîteya hizbê de behs ji şehîdkirina Jîna Emînî hat kirin ku bo sedema sehildana şoreşekê di Rojhilatê Kurdustanê de û Rojhilatê Kurdistanê  bi yekdeng û yekgirtiyane li ser daxwaza Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanê û hejmarek ji partî û rêkxiravên medenî û kesayetiyên siyasî li rêkevta 28ê Xermananê mangirtina xwe ya giştî ragihandin û bêzariya xwe ji rejîma mirovkuj ya Tehranê dane nîşandan.

Di beşek din a peyama komîta PDKÎ de hatiye ku mangirtna seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya bajarên din yên Îranê lipeyxwe anî û tev hizbên xebatkar û azadîxwaz yên Îran û Kurdistanê bihevre li dijî rejîma dagîrker û terorîst serhildan û daxwaza hatina hikûmetek dêmokrat dikin ku mafê hemûyan bê parastin.

Di berdewamiya kombûnê de ku sedan kes têde beşdarbûn, Berpirsê Komîteya PDKÎ Şehiriyar Neqişbendî gotinek pêşkêşî amadebûyan kir û di nava gotinên xwe de tevî ragihandina peyama sersaxiyê bo malbatên şehîdan û hêviya tendûristiyê bo birîndarbûyan, û azadkirina tev lawên me yên şoreşger, cinayetên rejîmê şermezarkir û ragihanid ku hewl û xebata xwe li dijî rejîmê tundtir dikin û piştevanê xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ne.

Û herwisa daxwaz ji kom û civakên navneteweyî, saziyên mafê mirovî û welatên azad û demokrat kir ku dijî cinayetên rejîmê rawestin.

Herwisa hêjayê baskirinê ye ku komîteya PDKÎ li welatê Almaniyayê digel tev Partiyên xebatkar yên Kurdistan û Îranê amadene bo kombûnên din li bajar û cihên din.