Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Berdevkê PDKÎ digel du navendên girîng yên hizrî

11:57 - 9 Şibat 2023

Berdevkê PDKÎ “Xalid Ezîzî” di berdewamiya hevdîtinên xwe de vê carê li “Waşington”ê digel du damezirave û navendên girîngên hizrî yên Amerîka yê kombû.

Li Navenda “Hêrîtêyc” ji aliyê “Nîkol Rubînson” Lêkolerê paye bilind li ser Rojhilata Navîn, ya li Peymangeha “Deyfis” bo Asayîşa Nîştimanî û Siyasetên Derve, tevî hevkarên xwe li beşa Rojhilata Navîn pêşwazî ji “Xalid Ezîzî” kirin û kefxweşiya xwe li derheq vê hevdîtinê nîşandan û ragihandin ku, bi sedema girîngiya şoreşa “Jîna”yê û rewşa Kurdistan û Îranê bi baş zanîne ku guh li bername û pilanên PDKÎ bigirin û li ser vê yekê tekezî kirin ku di paşerojê de zêdetir li ser rewşa Îran û Kurdistanê dê bi hevre civînan pêkbînin.

Piştire “Xalid Ezîzî” li derheq pêgeha PDKÎ li Îran û Kurdistanê û daxwaziyên tevgera Kurd li Îranê çend gotinek pêşkêş kir û bername û dîtingeha tevgera Kurd li Îranê bi hûrî şirove kir û di beşek din a gotinên xwe de bas ji pêgeha opozîsyonên Îranê kir û li ser pêkanîna hevpeymaniyek hemû alî û çalak tekezî kir ku daxwaza tev gelên Îranê ye.

Herwisa bas ji dîtingeha welatên Rojavayî bi giştî Amerîka yê li derheq Îranê kir û çend pirs û gotinên din anîn ber bas û “Xalid Ezîzî” ji Navenda “Hêrîtêyc” daxwaz kir ku zêdetir li ser vê yekê rohnkariyan bidin bi Navendên deselatdar li “Waşington”ê ku nemana rejîma Îranê bi qazanca aram bûn û ewlehiya dever û cîhanê ye.

Her di berdewamiya wan hevdîtinan de Berdevkê PDKÎ digel “Birad Dakus” Serokê “Deryaya Aram” bo Dadperweriyê hevdîtin kir û her du aliyan li ser pirsên girêdayî bi Kurdistan û Îranê civiyan û biryar dan ku, di astek berfirehtir de her du alî li ser hevdîtin û civînan berdewam bin.

Di wan her du hevdîtinan de “Rehîm Reşîdî” rojnamevan û endamê Enistîtuya Gold bo Stiratîjiyên Navnetewî digel “Xalid Ezîzî” bû.