Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima Newrozê li perlemana Otirîşê hat lidarxistin

12:37 - 30 Adar 2023

Li ser banghêjiya fermî ya Hizba Sosiyal Demokrat a Otirîşê, heyeteke Hizba Demokrat bi serpereştiya “Mihemed Feqî Elî” Berpirsê Pêwendiyên Navnetewî ya PDKÎ li wî welatî li rêûresima newroza “Jîna”yê li perlemana wî welatî beşdarî kir.

Heyeta Hiza Demokrat pêk hatibûn ji Dr. “Ceza Salihî” Berpirsê Komîteya Hizbê, “Munîre Nîgehdar” Berpirsa beşa pêwendiyên Îranî û Kurdistanî yê komîtê, “Meryem Hekîmzade” Endama dêrîn a Hizbê û herwisa Dr. “Firod Heyderî” dostê Hizbê, û Berpirsê Rêkxirava Kurdên Yarsan li welatê Otirîşê.

Di vê rêûresimê de “Ava Ferecpûr” Endama Şêwreya bajarê “Viyen”ê li ser lîsteya Sosiyal Demokratan basek li ser Kurd û Newrozê pêşkêş kir.

“Ferecpûr” îşare bi girîngiya wê roja dîrokî kir û daxwaz kir ku yekîtî û yekbûna gelên Îranê zêdetir bibe daku bikarin rejîma Îslamiya Îranê bi piştevanî û alîkariya hemû aliyekê bo hertimî bixine zibildana dîrokê.

Piştire Dr. “Harald Tirox” Endamê Perlimana Lîsteya Sosiyal Demokrat, li ser girîngiya yekîtiya gelên Îranê axivtinek pêşkêş kir.

 Nûnerên PDKÎ, tevî sipasî û destxweşîkirin, bo pêkanîna vê bernameyê, li ser vê yekê tekezî kirin ku her siyasiyek li her cihekê basa Îranê bikin divê tekezî li ser zêde netewe bûna Îranê bê kirin.