Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya endamên Hizbê li kombûneke nerizayetiyê li hember deriyê rêkxirawa Netewên Yekgirtî

11:43 - 2 Nîsan 2023

Endamên PDKÎ li derheq şermezarkirina cinayetên çekdaranên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê, li hember Saziya Netewên Yekgirtî li “Viyen”ê, di kombûneke nerizayetiyê de beşdarî kirin.

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an a Rojî, beşek ji endamên PDKÎ di kombûnekê de beşdarî kirin ku ji aliyê Encumena Nîştimaniya Kurdî ya Sûriyê li bajarê “Viyen”ê li hember deriyê Saziya Netewên Yekgirtî hatibû lidarxistin.

Di wê kombûna nerizayetiyê de kiriyarên cinayetkarane yên girûpên çekdarên Îslamî yên ser bi Tirkiyê û kuştina çar kesên bêtawan yên malbatekê li devera “Cêndirês”a girêdayî bajarê “Efrîn”ê bi tundî şermezar kirin.

Herwisa nameyek daxwazkarî bo cezadana tawanbaran, pêkêşê Netewên Yekgirtî li bajarê “Viyen”ê hate kirin, û ji aliyê nûnerên Encumenê ve bi du zimanên Kurdî û Almanî hatine pêkêşkirin.