Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna xwenîşandanek li Kanadayê ji bo şermezarkirina cinayeta jehrîkirina dibistanan ji aliyê rejîmê ve

10:39 - 16 Nîsan 2023

Li bajarê “Venkovêr”a Kanadayê, xwenîşandanek bi beşdariya çendîn alî û bi hevakariya Komîteya Hibza Demokrat li vî welatî, bi mebesta şermezarkirina cinayetên Komara Îslamî bi rê ve çû.

Roja Şemî 26ê Xakelêweya 1401an a Rojî, li navenda bajarê Venkovêra wellatê Kanadayê, bi hevkariya Komîteya PDKÎ û herwisa beşdariya aliyên Kanadayî û Îranî, xwenîşandanek ji bo şermezarkirina kiryar û cinayetên dije mirovî yên rejîma Îranê bi giştî û jehrîkirina dibistanên keçan li navçe û bajarên Îranê bi rê ve çû.

Di nav wê xwenîşandanê de, amadebûyan bi gotina dirûşm û bilindkirina nivîsan, cinayetên rejîma Îranê şermezar kirin. Wan di vê xwenîşandanê de gotin, divê rejîm dev ji jehrîkirina dersxwanan berde û hewce ye hewlên zêdetir ji bo piştevanîkirina keç û dersxwanan li Îranê bê danê.

Di wê xwenîşandanê de çendîn peyam ji aliyê aliyên Kurdistanî û Îraniên beşdar ve hatine xwendin û wir bilî komîteya Hizba Demokrat, çalakvanên Belûç û çendîn mamoste û desrxwanên xelkê Kanadayê bo piştevanî ji keçên dersxwan ên Îran û Kurdistanê peyam dan.