Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek ji bo rêzgirtina ji yada şehîdên Kurdistanê li Denmarkê hate lidarxistin

11:12 - 3 Nîsan 2023

Komîteya Hizba Demokrat li bajarê “Horsêns”a Danmarkê, bi hilkefta roja “Şehîdên Kurdistan”ê semînerek ji bo “Baba Elî Mêhrperwer” pêk anî.

Komîteya Hizba Demokrat li Danmarkê roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an, ji bo endamê berê yê rêberiya Hizba Demokrat “Baba Elî Mêhrperwer” semînerek di bin navê “Çavek li paşerojê, karesata şahidkirina Pêşewa û balkişandina li ser şoreşa Jînayê" pêk anî.

Piştre bi nûnerayetiya Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Danmarkê, “Serbest Urmiye”, Berpirsê Komîteya Herêma “Mît Yûlend”ê, bi hilkefta 10ê Xakelêweyê roja “Şehîdên Kurdistanê” peyamek pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê peyama Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Berpirsa Komîteya Yekîtiya Jinan li vî welatî “Mujgan Perîzade” ve hat pêşkêşkirin.

Piştre “Baba Elî Mêhrperwer” li ser roja Şehîdên Kurdistanê û piştre girêdana 10ê Xakelêwe bi şoreşa jînayê û çemka jin jiyan, azadî behsek pêşkêş kir.

Navbirî got: “Sedemên navxweyî û derve yên li ser Komara Kurdistanê û jinavçûna vê komarê û darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed, dîroka me di sed salên borî de li serdema Qacar, Pehlewî û Îslamî di yek tiştê de hevpar bûne, ev jî serkuta gelê Kurd e.

Baba Elî Mêhrperwer, bi balkişandinek li ser şoreşa niha ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî, got: “Di heyam wan şeş mehan de şoreşek pêk hatiye ku bi şehîdkirina keçeke Kurd a bêtawan a bi navê Jîna Emînî hate destpêkirin, şoreşa Jînayê hemû Îran û Rojhilatê Kurdistanê li xwe girt û heta dirûşma jin, jiyan, azadî bû dînamîzma vê hereketê û berdewamiya şoreşê di heyama wan çend mehên derbasbûyî de, hemû welatên cîhanê li xwe girt.