Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hervkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê xwenîşandaneke berfireh li Almanê bi rê ve bir

11:32 - 3 Nîsan 2023

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an, bi hilkefta derbasbûna 44 sal bi ser şanoya refrandoma Komara Îslamî de û herwisa bo piştgiriya şoreşa Jînayê, gelek hizb û rêxistinên siyasî li ser daxwaza Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê xwenîşandaneke mezin lidar xistin.

Di vê xwenîşandanê de peyama hevpar a Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, Kongreya Netewên Federal a Îranê, Şêwreya Demokrasîxwazan û Hevpeywendî bo Azadî û Wekheviya Îranê ji aliyê “Behar Husênî” ve hate xwendin.

Di beşeke vê peyamê de hatiye: “Di dîroka Îranê de me ezmûnek wisa ji bo hilbijartina sîstemeke siyasî nebû, bi taybet heta qasekî ku bi sîstemeke siyasî mîna rejîma Komara Îslamî ku bi tenê jî erê yan jî ne dengê bidin rû bi rû bûn. Di 12ê Xakaleweyê de li Îranê rejîmeke îdeolojîk hate avakirin ku ji wê demê û vir ve bi hezaran mirov hatin kuştin û bêserûşûnkirin.”

Hêjayê behskirinê ye ku di vê xwenîşandanê de çendîn çalakvanên siyasî û endamên hizbên Almanî û herwisa çalakvanên siyasî yên netewên din ên Îranê peyamên xwe pêşkêş kirin.