Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Şehîdên Kurdistanê li welatê “Norwêj”ê hat bilindragirtin

17:26 - 3 Nîsan 2023

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an a Rojî, li hember Perlemana “Norwêj”ê li bajarê “Oslo”yê bi amadebûna beşek zêde ji endamên PDKÎ li vî welatî rêûresma 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê hate lidarxistin.

Di vê rêûresmê de “Îsmayîl Elîpûr” Berpirsê Giştî yê Komîteya PDKÎ li welatê “Norwêj”ê, peyama komîteyê pêşkêşê amadebûyan kir, û di vê peyamê de îşare bi vê yek kir ku: “Em di demekê de yada şehîdên 10ê Xakelêweyê bilind radigirîn ku di heyama 6 mehên derbasbûyî de bi sedan kes ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê hatine şehîdkirin.”

Di berdewamiya rêûresmê de peyama Yekîtiya Ciwan û Jinên Demokratê ji aliyê “Aram Azerî” ve bi zimanê “Norwêjî” hate pêşkêşkirin.

Di vê rêûresimê de “Xusro Qadirî” û “Tuba Eliyasî” bi zimanê “Kurdî” û herwisa “Elî Fikrî” Çalakvanê Siyasî yê Fars li welatê “Norwêj”ê bi zimanê “Farsî” gotarek li ser kesayetiya “Pêşewa Qazî Mihemed” li dîroka Kurdistanê pêşkêşê amadebûyan kir.

Herwisa navbiriyan li derheq binçavkirin û mehekimekirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hewalên wî li bêdadgehên rejîma Paşayetî de û îdamkirina wan ji aliyê “Mihemedriza Pehlewî” ve axivîn.

Di vê rêûresmê de hunermend “Hişya Îbrahîmî” û “Hêdî Qadirî” çend sirûdên şoreşgêrî pêşkêşê amadebûyan kirin.

Hêjayê gotinê ye ku li derdora cihê rêûresmê komek wêneyên şehîdên Komara Kurdistanê û zanyarî derheq roja 10ê Xakelêweyê bi zimanê “Norwêjî” hatibûne amadekirin û danîn.