Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Danmarkê li ser şoreşa jiyanê kombûnek hate lidarxistin

11:07 - 27 Nîsan 2023

Korrek li ser şoreşa Jînayê û rola jinan li xebata li dijî Komara Îslamî ya Îranê li Danmarkê hate lidarxistin.

Di heyama rojên derbasbûyî de û bi xanxwêtiya Partiya Lîsta Yekgirtî li welatê Danmarkê, korrek bo endmên vê partiyê û mêvanan li derheq şoreşa Jîna û rola jinan li Kurdistan û Îranê li dijî Komara Îslamî, bi mêvandariya Hizba Demokrat bi rê ve çû.

“Seher Hîsamî”, Endama Pêwendiyên Navnetewî ya Komîteya Hizbê li Danmarkê, bi berfirehî behsa arîşeya kêmîneyên netewî li Îranê û berî her tiştî neteweya Kurd kir û bi şoreşa Jînayê û rola ciwanên Kurd di wê şoreşê de girêda.

Navbirî behsa kuştin, birîndarkirin, bidarvekirin û di wan dawiyan de jî, jehrîkirina keçên dersxwan kir û got, ku pişka herî zêde ya wan cinayetane ber netewên bindest ên Îranê kevtiye.

Beşa dawiya kombûnê hatibû terxankirin ji bo pirsyar û bersiva mêvanan ku gelek bi çalakane beşdarî kirin û pirsyarên wan ji aliyê Seher Hîsamî ve hatine bersivdan.