Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek li rojavayê Kanadayê derheq şermezarkirina rejîma Îranê bi rê ve çû

11:27 - 30 Nîsan 2023

Roja Şemî 9ê Banemerê, xwenîşandanek bi hevkariya Komîteya PDKÎ û netewên din ên Îranê li “Art Galerî”ya bajarê Venkovêra Kanadayê li dijî kiryarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê û daxwazkarî ji bo bi terorîsnasandina Spaha Pasdaran, hate lidarxistin.

Destpêka xwenîşandanê peyamek ji aliyê “Karî Maykis” bi nûneratiya Rêkxirawa Kedkaran li parêzgeha “Birîtîş Kolombiya”yê hate pêşkêşkirin û piştevaniya xwe ji tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê da nîşandan.

Paşê peyama Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Fayîze Newzad” ve ji bo beşdarbûyan hate pêşkêşkirin û navbirî behsa serhildana li Kurdistanê û herwisa cinayeta rejîmê û Spaha Pasdaran li Kurdistanê kir û daxwaz kir ku wê saziya terorîstî ya rejîma Îranê bixine nav lîsteya girûpên terorîstî ya Kanadayê û hemû welatên Ewropayê.

Li wir peyama malbatên qurbaniya balafira Ukraynî ya “PS 752” ku bi mûşekên Spaha Pasdaran kevte xwarê, ji aliyê Ferîba Şahpesendî ve hate xwandin ku daxwaza bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran tê de hgatibû kirin.

Xwenîşandan bi dana çendîn peyamên din ji aliyê rêkxirawên kedkarî ve û xwandina sirûdên Kurdî û dana dirûşmên dijî rejîma Îranê dawî pê hat.