Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatên Almaniya û Biljîkê, li dijî rejîma Îranê xwenîşandan bi rê ve çûn

11:26 - 4 Nîsan 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat li welatên Almaniya û Biljîkê, bi hilkefta salvegera refrandoma nademokratîk a Komara Îslamî, li du xwenîşandên mezin de beşdarî kirin.

Roja Şemî 12ê Xakelêweya 1402an a Rojî, endamên Hizba Demokrat li welatên Almaniya û Biljîkê, bi hilkefta salvegera refrandoma nademokratîk û xwesepên a Komara Îslamiya Îranê, di xwenîşandaneke mezin de bi amadebûna 100an kes ji bajarê “Koln”ê, beşdarî kirin.

Ev xwenîşandane ji aliyê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û beşeke berçav ji hêzên Çep û Komarîxwazên Îranê ve hatibû rêkxistin ku beşeke berçav ji endam û alîgirên Hizba Demokrat tê de beşdar bûn.

Her di vê rojê de, xwenîşandaneke mezin li hember balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê “Brûksel”a paytexta Biljîkê, bi rê ve çû. Ew xwenîşandane ji aliyê Komîteya Hevpar a Xwenîşandanên Biljîkê ve hatibû rêkxistinkirin.

Di vê xwenîşandanê de, Komîteya Hizba Demokrat li Biljîkê û endam û alîgirên Hizba Demokrat ên li vî welatî, beşdarî kirin.