Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê “Venkovêr”a welatê Kenedayê xwenîşandanek bo piştevanî ji şoreşa Jînayê hat lidarxistin

11:23 - 9 Nîsan 2023

Roja Şemî 19ê Xakelêweya 1402an a Rojî, li rojavaya welatê “Keneda”yê carek din Netewên Îranê bi hevkariya Komîteya PDKÎ a welatê Kanadayê li bajarê “Venkovêr”ê xwenîşandanek bo piştevanî ji şoreşa “Jîna”yê bi rê ve birin.

Xwenîşandan bi pêşkêşkirina gotarekê ji aliyê “Şadî Emîn Aqayî” hate destpêkirin û navbirî li ser vê ku “Kurdistan û Belûçistan” niha bûne hêviyek bo şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bo hemû beşên din yên Îranê axivî.

Piştire peyamek ji aliyê Nûnerê Sendîkaya Mamosteyan bona piştevanîkirin ji mamosteyên bêzarbûyî ji rejîma Îranê hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din de, peyama Komîteya Hizba Demokrat li welatê “Keneda”yê, ji aliyê “Zara Husênî” bi zimanê “Farsî” hate pêkêşkirin.

Di vê peyamê de behsa roja şehîdên Kurdistan û herwisa serdankirina tirba şehîdan ji aliyê xelkê Kurdistanê û peyman nûkirin digel rê û rêbaza şehîdan ku îsal bi awayekî cuda û berfiretir ji berê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve çû, kir; navbirî di dawiyê de behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê ku bi berdewamî di meydana xebatê de bûne û ji bo bidestveanîna azadiyê bi hezaran caran qurbanî dane, kir.

Di beşa dawîn ya xwenîşandanê de xwenîşanderan dirûşm dan û mûzîkên şoreşgêrî yên Kurdî û Farsî belav kirin.