Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna rewenda Kurdî li welatê Ortîşê hate lidarxistin

11:17 - 13 Gulan 2023

Kombûna hevpar a rewenda Kurdî li bajarê Otrîşê digel nûnera Partiya Kesk “Bêrîvan Eslan” bi rê ve çû.

Roja Înê 22ê Banemera 1402 a Rojî, li ser gazîkirina berpirsê beşa Pêwendiyên Navnetewî yên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Otrîşê “Mihemed Feqê Elî”, kombûna rewnda Kurdî digel nûnera Partiya “Kesk” û parlemantara Parlemana Otrîşê “Bêrîvan Eslan” li bajarê Viyenê bi rê ve çû.

Di destpêkê de “Bêrîvan Eslan” baseke kurt li derheq kar û tekoşîna xwe li ser pirsa Kurd pêşkêş kir û di basa xwe de îşare bi 2 xalên girîng kir, wekî bi fermînasandina jenosayda Helebçê û Êzidiyan ji aliyê parlemana Otrîşê ve ku li ser daxwaziya wê li heyamên borî de hatibû kirin.

Navbirî di berdewamiyê de basek li derheq erkê civaka Kurdî li welatê Otrîşê û bi taybet hizb û rêkxirawên Kurdistanî li ser pirsa Kurd û mafê welatiyên Kurd li vî welatî, pêşkêş kir.

“Bêrîvan Eslan” di dawiya axavtina xwe de got: “Bi hizra min bo Kurd, me hewcehî bi girûpa kar heye û ew girûpe li wê derheqê de dikare bibe alîkar, lê bo gihîştin bi vê armancê, me hewcehî bi piştevanîkirina micid a Kurdistaniyên rûniştî li welatê Otrîşê heye.

Piştre beşdarbûyên kombûnê çendîn pêşniyarên wek, hewldan bo birêxistina dadgeha Otrîşê bo dosyeya terorkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, anîne ber basê.