Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî, bidarvekirina Hebîb Esîved şermezar kir

10:32 - 7 Gulan 2023

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina Twîtekê îdamkirina çalakvanê siyasî û hevwelatiyê Îranî-Swîdî yê Ehwazê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kir.

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsiye: “Em bidarvekirina Hebîb Esîved, xebatkar û çalakvanê siyasî yê Erebê Îranî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve şermezar dikin.

Navbirî di berdewamiyê de nivîsiye: “Rejîm bi van hewlên nemirovane, ne tenê têkoşîna gelê Ereb ji bo bidestxistina mafên xwe ranawestîne, belkî bi berdewamkirina rêya Hebîban, dê serkevtina van xebatan misoger bibe.

Navbirî di dawiyê de hevokek bi zimanê Erebî nivîsiye û daye zanîn, “em digel xelkê Ereb ên El-Ehwazê ne”.