Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê Partiyên Kurdistana Îranê serdana Wezareta Derve ya welatê Norwêjê kirin

13:15 - 10 Gulan 2023

Nûnerên Pêwendiyên Norwêjî yên her yek ji Hizba Demokrat a kurdistana Îranê, Komeleya Rêkxirawên Kurdistanî yên Hizba Komonîst a Îranê, Komeleya Şoreşgêrê Zehmekêş ya Kurdistana Îranê, digel nûnerên Wezareta Derve ya Norwêjê ya beşa pêwendiyên Bakurê Aferîqayê û Rojhilata Navîn de kom bûn.

Roja Duşemî 18ê Banemerê, Nûnerên beşa pêwendiyên Norwêjî yên sê Hizbên Kurdî li welatê Norwêjê, ku pêk hatibûn ji “Îdrîs Abde” Nûnerê PDKÎ, “Ramiyar Îzedî” Nûnerê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêş û “Ramîn Husênî” Nûnerê Komeleya Komonîst a Kurdistana Îranê, digel Kargêr û Berpirsê karûbarên Îranê “Tûr Martîn Moler” li beşa pêwendiyên Bakurê Aferîqa û Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Norwêjê kombûnek pêk anîn.

“Îdrîs Abde” Nûnerê PDKÎ bi kortî li derheq Rojhilatê Kurdistanê û dîroka wê beşa Kurdistanê çend gotinek pêşkêşî amadebûyan kir.

Herwisa navbirî tevî pênasekirina wan 3ê hizbên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê, basek ji kar û çalakiyên wan hizban li diyasporayê kir.

Di beşek din de “Ramiyar Îzedî” Nûnerê Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêş a Kurdistana Îranê li derheq siyasetên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û tundûtîjiyên rejîma Îranê li hember xelkê xwenîşander û Kurdistanê di şoreşa Jînayê de axavtin kir.

Piştire “Ramîn Husênî” Nûnerê Komeleya Komonîs a Kurdistana Îranê, li derheq zilm û cinayetên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê û destdirêjiyên nemirovane yên wê rejîmê li hember xelk û girtiyên siyasî çend gotine pêşkêş kir.

Herwisa navbirî bas ji mûşkbarana binkeyên PDKÎ û Komelê ji aliyê rejîma Îranê ve kir.

Di dawiyê de Berpirsê Karûbarên Bakurê Aferîqa û Rojhilata Navîn tevî spasî bo zaniyariya wan sê nûneran, nigeraniya xwe û ya wezaretê li derheq rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan û ragihandin ku Norwêj bi awayekî eşkere sikalaya xwe li hember binpêkariyên mafê mirovî di Îranê de bi wî welatî re ragihandiye û dorpêçên zêde xistiye ser rejîmê.