Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Otrîşê rêpîvanek bi hilkefta roja cîhanî ya “Kedkar” hate lidarxistin

10:31 - 2 Gulan 2023

Bi beşdsariya hejmareke zêde ji endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Viyen”a paytexta Otrîşê, rêpîvanek bi hilkefta roja cîhanî ya “Kedkar” bi rê ve çû.

Roja Duşemî 11ê Banemera 1402 a Rojî, ku hevdem digel roja cîhanî ya “Kedkar” bû, li bajarê “Viyen”a paytexta Otrîşê, rêpîvanek bi hilkefta roja cîhaniya “Kedkar” û bo piştevanîkirin ji kedkarên cîhanê, ji aliyê hejmarek ji çalakvan û piştevanên kedkaran û bi beşdariya hejmareke zêde ji endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ji devera 3 a bajarê Viyenê ber bi meydana bajarvaniya Viyenê ve bi rê ve çû.

Rêpîvan ku demjimêr 8ê sibêdehê dest pê kir û beşdarbûyên rêpîvanê mewdayeke 3 hezar û 800 metrî rêpîvan kirin.