Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mihabadê 5 welatî rastî sizayên girtîgehê hatin

10:46 - 30 Tebax 2023

Li bajarê Mihabadê bi ser 5 welatiyan de cezayên girtîgeh, derbên qamçiyan û cezayê nexdî hate sepandin.

Taya 101 a dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê, bi serokatiya “Secad Dêhqanzadê” zêdetirî 50 sal girtîgeh, 70 derbên qamçiyan û cezayê nexdî bi ser 5 serhildêrên şoreşa Jin Jiyan Azadî de sepand.

Pêka rapora Rêkxirawên Mafê Mirovî yên Kurdistanê, roja Yekşemî 5ê Xermanana 1402an, xwenîşanderên girtî ên bi navên Rehîm Şem`î yê kurê Mihemed û rûniştiyê bajarê Urmiyê, Yasîn Mistefapûr ê temen 25 salî û kurê Emîr ê xelkê bajarê Mihabadê, Selah Mûsewîrad ê temen 28 salî û kurê Osman ê xelkê bajarê Mihabadê, Îrec Îbrahîmzade yê temen 24 salî û kurê Celal û herwisa Bêhnam Rasxniya” ê temen 45 salî û kurê Mihemedsiltan ê xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê taya 101 a Dadgeha Keyferiya rejîmê li bajarê Mihabadê, cezayê girtîgeh, derbên qamçiyan û cezayê nexdî bi ser wan de hate sepandin.

Ev

Ew welatiyane li meşa şoreşa “Jîna”yê de  ji aliyê hêzên ewlehî û serkutker ên rejîmê ve hatibûne binçavkirin.