Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê carek din Nazîla Merûfiyan girtin

11:12 - 31 Tebax 2023

Nazîla Merûfiyan, rojnamevana Kurd û xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve carek din hate girtin.
Li gorî nûçeya navendên mafê mirovî yên Rojhilatê Kurdistanê, roja Çarşemî 8ê Xermananê, Nazîla Merûfiyan rojnamevana Kurd û xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve di mala xwe de hate girtin û hêzên rejîmê deriyê mala navbirî şikandin û di dema girtinê de jî li Nazîla Merûfiyan xistine.
Piştî vê ku sê caran girtîgeha Qerçekê wergirtina Nazîla Merûfiyan ret kir, navbirî bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin.
Roja Duşemî 23ê Gelawêjê, Nazîla Merûfiyan li heyama kêmtir ji 24 demjimêran piştî azadiya demkî, bi parvekirina wêneya xwe û li berçavnegirtina hicaba bizorê û bilinkirina destê xwe bi wateya serkevtinê, carek din hatibû girtin û li jêr givaşên dadgeha Tehranê, bo girtîgeha Qerçeka Weramînê hatibû veguhastin û roja Çarşemî 25ê Gelawêjê ji girtîgeha Qerçekê hatibû azadkirin.
Ev rojnamevana Kurd û xelka bajarê Seqizê, bo cara yekê roja Yekşemî 8ê Xezelwera 1401 a Rojî, bi sedema hevpeyvînek digel Emced Emînî, bavê Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.