Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê li bajarên Qurwe û Seqizê, welatiyek û mamosteyek binçav kirin

10:05 - 18 Îlon 2023

Mamosteyê malnişînkirî yê xelkê bajarê Qurwe yê bi navê Ebdulah Ebdulmelekî û welatiyê bajarê Seqizê yê bi navê Luqman Bîdarî, hevdem di yekemîn salvegera tevgera JIn, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Li gor rapora Hengawê, êvareya roja Şemî 25ê Xermanana 1402an, mamostayê malnişînkirî yê xelkê Qurweyê, Ebdulah Ebdulmelekî, ji aliyê hejmarek ji hêzên Sapaha Pasdaran a terorîst ve hate girtin.

Hatiye zanîn ku, navbirî piştî vê ku li derheq bêrêzîkirina Spaha Pasdaran li hember xwenîşanderên keç û hilgirtina fîlm ji bo dosyesazî li dijî wan, bertek nîşanî dabû, li yek ji şeqamên bajarê Qurweyê de hate girtin.

Hevdem Luqman Bîdarî yê temen 39 û  xelkê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve di hundirê nexweşxaneya “Xumeynî” a vî bajarî de, bi sedemên nediyar hate girtin.

Ev du welatiyên Kurd piştî girtinê ji bo cihên nexuya hatine veguhastin û ji rewşa wan ti zaniyariyek ber dest nîne.