Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina sê xortên xelkê Dêhloranê ji aliyê hêzên rejîmê ve

10:31 - 18 Îlon 2023

Mehdî Hatemî, Secad Seyîdmuradî û Riza Îbrahîmî, sê welatiyên Kurd ên xelkê Dêhlorana parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhestin.

Li gor rapora Hengawê, roja Yekşemî 26ê Xermananê, hêzên rejîmê êrîşî ser welatiyê Kurd ê xelkê Dêhloranê yê bi navê Mehdî Hatemî kirine û navbirî binçav kirine.

Herwisa roja Şemî 25 Xermananê, Secad Seyîdmuradî yê werzişvanê Dêhloranê ji aliyê hejmarek hêzên rejîmê ve hatibû girtin.

Herwiha roja 24ê Xermananê jî, welatiyê din ê Dêhloranê yê bi navê Riza Îbrahîmî ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Ev her sê welatî piştî girtinê bo cihên nediyar hatine veguhestin û heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfereh li ser tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin li ber dest nîne.