Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyê zimanê Kurdî û çalakvanê medenî yê bajarê Dêwolanê careke din ji aliyê rejîmê ve hate girtin

10:58 - 19 Îlon 2023

Li bajarê Dêwolan ê ser bi parêzgeha Sinê, mamosteyê zimanê Kurdî û çalakvanê medenî “Azad Ebasî” yê xelkê vî bajarî  ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 27ê Xermananê, mamosteyê zimanê Kurdî û çalakvanê medenî “Azad Ebasî” yê xelkê bajarê “Dêwolan”ê ser bi parêzgeha Sinê, bi bê belgeyên dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Navbirî li 18ê Xermananê û piştî banghêjkirin bo dadgeha rejîmê li bajarê Dêwolanê hatiye binçavkirin û bo girtîgeha rejîmê li bajarê “Qurwê” hatiye vegihastin.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku “Azad Ebasî” roja Şemî 25ê Xermananê azadbûna xwe ji girtîgeha rejîmê li bajarê Qurwê ragihandibû.

Hêjayê gotinê ye ku “Azad Ebasî” di sala derbasbûyî de ji aliyê taya 2 a dadgeha keyferî ya rejîmê li bajarê Dêwolanê bi tohmeta “propaganda li dijî rejîmê” 10 meh girtîgeh û bi tohmeta “alozkirina asayîşa giştî” 18 meh girtîgeh û bi tohmeta “kombûn û hewldan li dijî ewlehiya netewî” 48 meh girtîgeh bi ser de sepandibû.