Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûciwanekî Kurd yê temen 17 salî û xelkê bajarê Dêhloranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:00 - 19 Îlon 2023

Nûciwanekî Kurd yê temen 17 salî û xelkê bajarê Dêhloran yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate vehuhastin.

Li gorî rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Xermananê, Bêhnam Semûrî nûciwanê temen 17 salî û xelkê bajarê Dêhloranê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û qedera wî nediyar e.

Her di vê derheqê de di heyama 3 rojên despêka wê heftiyê de, sê welatiyên Kurd yên din û yên xelkê Dêhloranê yên bi navên Mehdî Hatemî, Secad Seyîdmuradî û Riza Îbrahîmî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Bêhnam Semûrî piştî girtinê ji aliyê hêzên rejîmê ve bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq tohmetên ku bi ser wî de hatinî sepandin ber dest nîne.