Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna 3 kolberan bi sedema teqeya hêzên rejîmê li ser sinûrê banê

11:57 - 18 Çirriya paşîn 2023

Sê kolber bi navên Hemîdriza Hafizî xelkê Seqizê, Selah Kerîmî xelkê Sinê, Diyako Remezanî xelkê Seqizê, bi hegera teqeya rasteraste hêzên çekdare rejîmê li ser sinûrê Hengejale ya Banê birîndar bûn.

Roja Înê 26ê Xezelwerê, Hemîdriza Hafizî, temen 18 salî,xelkê Seqizê, kevte ber teqa hêzên rejîmê û lingê wî birîndar bû û ji boy tedawiyê bo navendên dermanî hate veguhestin.

Roja Pêncşemiyê 25ê Xezelwerê, Selah Kerîmî temen 30 salî û xelkê Sinê xwedî jin û zarok, kevte ber teqa hêzên rejîmê û çoka xwe de birîndar bû û hate zanîn ku rewşa wî nebaşe.

Roja Çwarşemiyê 24ê Xezelwerê, Diyako Remezanî, temen 25 salî û xelkê Seqizê, kevte ber desrêjiya gulleyên hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû ku hate zanîn rewşa wî jî xirabe.