Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bûyerên hatinûçonê çendîn kesan canê xwe ji dest dane

12:23 - 18 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema bûyerên hatinûçonê li gêrdûka “Quçî” li ser Rêya Urmiye-Selmasê, 4 kesan canê xwe ji dest daye û li nêzî bajarê Selmasê jî 2 kes birîndar bûne û li bajarê Mihabadê jî keça şehîdekî jî bi sedema bûyera trafikê canê xwe ji dest daye.

Pêka raporên belavbûyî, Bi sedema bûyerên hatinûçonê li gêrdûka “Quçî” yê li ser Rêya Urmiye-Selmasê, 4 kesan ên bi navên “Fethullah Îranî û hevjîna wî a bi navê Zîba Etmanî, Qasim Îranî û hevjîna wî a bi navê Nafiya Mihemedzade” ên xelkê gondê Çariya Selmasê, canê xwe ji dest dane.

Herwisa li 13 kîlometriya rêya Selmas-Urmiye li nêzî gundê “Temer”ê bi sedema bûyera hatinûçonê 2 kes ku navên wan nehatine zanîn, birîndar bûne.

Hewisa li bajarê Mihabadê de jî bi sedema bûyera hatinûçonê, zaroka Şehîd “Şemal Xedîrîpûr” ya bi navê “Sena Xedîrîpûr” canê xwe ji dest daye û hevjîna wî şehîdî ya bi navê “Arêzû Sêyidhadî” jî li vê bûyerê de bi giranî birîndar bûye û rewşa tendirustiya vê li nexweşxaneyê de bi nebaş hatiye ragihandin.

Standardnebûna rê û maşînan li Îranê, sedema bingehîn a canjidestdan û birîndarbûna xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û pêka amarên rejîmê ji destpêak îsal ve zêdetir ji 400 kesî li parêzgeha Urmiyê de bi sedema bûyerên hatinûçonê, canê xwe ji dest dane.