Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du nûciwan li Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin

10:56 - 21 Çirriya paşîn 2023

Ferzîn Nebî nûciwanê temen 14 salî û Hêdî Yûsifî nûciwanê temen 16 salî yên xelkên bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve tevî lêdan û kutanê hatine girtin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya mafê Mirove Hengawê, roja Yekşemî 28ê Xezelwera 1402 a Rojî, Ferzîn Nebî nûciwanê 14 salî û xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve di cihê karê xwe li şeqama Mela Riza, hatiye girtin.

Hevdem nûciwanekî din yê bi navê Hêdî Yûsifî temen 16 salî, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê bi awayekî hov hate girtin..

Ew nûciwanên Kurd piştî girtinê bo cihekî nexûya hatine vegihastin û heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku biser wan de hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne