Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li Ehwazê de ciwanek kuştin

11:46 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Ciwanekî Ereb li dema ajotvaniya motorsîklêtê li bajarê Ehwazê, kevte ber teqeya rasterast a hêza întizamiya rêjîma Îslamiya Îranê û hate kuştin

Ciwanekî Ereb ê bi navê “Mehdî Nigrawî” ê temen 19salî û xelkê bajarê Ehwazê, li dema ajotvaniya motorsîklêtê li taxa “Leşkerabad” a bajarê Ehwazê de kevte ber teqeya rasterast a hêzên hov ên întizamiya rêjîma Îranê û canê xwe ji dest daye.

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema teqekirina wan hêzên hov ên rêjîmê li wî ciwanê Ereb nehatiye zanîn lê heyameke ku hêzên ewlehî û întizamî yên rêjîmê bi bê hebûna ti hêcet an sedemekê teqê li ciwanan dikin, her wek teqekirina rasterast a bê agehdarkirina berê li kolberan ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîmê an wek kuştina şewatberên Belûç.

Pêka raporên belavbûyî kuştina wan ciwanên Ereb ji aliyê rêjîma Îranê ve bi berdewamî tê kirin û herwisa xelkê Ereb ên ku li Hûr Howêyzê de pez difroşin, gelek rojan rastî teqekirina wan hêzên hov ên rêjîmê tên.