Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê welatiyekî Kurd kuştin

11:57 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li devera “Bestam” a bajarê Seqizê de komek ji kolberan kirine armanca gulleyan û li encam de kolberekî temen 45 salî, hate kuştin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdistanê, êwara Şemî 7ê Rêbendanê, hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li devera sînorî ya “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê, hejmarek ji kolberan kirine armanca gulleyan ku li encamê de kolberekî Kurd ê bi navê “Mensûr Mihemednijad”ê temen 45 salî û xelkê gundê “Ciniyan”ê ser bi bajarê Seqizê, hatiye kuştin.

Pêka vê raporê gulleyek li mewdaya nêzîk ve bi “Mensûr Mihemednijat” kevtiye ku demûdest hatiye Kuştin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku hêzên sînorî yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê teqe li wan kolberan kirine.