Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 Girtiyên siyasiye kurd bidar vekirin

11:18 - 29 Kanûna Paşîn 2024

Li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîma Îranê li bajarê Kerecê de 4 girtiyên siyasiye Kurd ku ji aliyê rêjîma Îranê ve tohmeta sîxurî bo Îsraîlê bi ser wan de hatibû sepandin, hatine bidarvekirin.

Sibêdeha roja Dûşemî 9ê Rêbendanê, 4 çalakvanên Kurd ên bi navê “Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar” ku ji aliyê rêjîmê ve tohmeta sîxurî bo Îsraîlê bi wan dabûn û piştre li dadgehên şanoyî de cezayê bidarvekirinê bi ser wan de sepandibûn, li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Birêveçona cezayên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd li halekê de ye ku ew li heyama binçavkirinê de ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûne û piraniya saziyên mafê mirovî, daxwaza hilveşandina cezaya bidarvekirina wan ciwanên Kurd kiribûn.

Hêjayê gotinê ye ku piştî heyvek ji binçavkirina wan 4 çalakvanan li devereke ser bi bajarê Urmiyê, rêjîma Îranê bi îdiaya vê yekê ku wan 4 kesan xwestine li bajarê Îsfehanê de binkeye ewlehî ya rêjîmê biteqînin, tohmeta sîxurî xistne ser wan û li jêr îşkenceyan de îtirafa bi zorê ji wan çalakvanan vergirtin.

Li dadgeha pêdeçonê de jî rêjîmê cezayê bidarvekirina wan dubare kir û malbatên wan çalakvanan jî bi tekezî ragihandine ku ew îtirafkirinên wan bi sedema îşkenceyan bûye û daxwaz ji civaka navnetewî kiribûn ku rêgirî ji bidarvekirina wan bike.