Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteka malbatên 4 girtiyê siyasiye kurd ku rêjîmê îro sêdarê dan

12:57 - 29 Kanûna Paşîn 2024

Roja Yekşemiyê ku malbatên 4 girtiyên siyasiye Kurd “Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar” ku ji aliyê rêjîmê ve bona dawî dîtina digel kurên wan hatibûne gazîkirin, çend gotinê dawiyê gotine kes û kar û malbatên xwe.

Wan 4 xortên Kurd roja berî êdama xwe gotine: Şanaziyê bi me bikin, ev mirna bi wî awayî bo me mirinekî cihê şanaziyê ye, bila piştî êdama me, kes bo me reş nepoşe, bo me negrîn, tenê karek ku dibe hûn bikin, şanaziyê bi me û xebata me bikin.

Lewra malbatên wan girtiyên siyasiye Kurd, li berteka li hember sêdaredana kurên xwe de daxazê ji xelkê kurdistanê û hemî îranê dikin ku li hember wan cinayet û mirokujiyên rêjîmê de bê deng nebin.

Hevjîna Mihemed Feramerzî dibêje: Xwe bêdeng nekin, îro ji me bû, sibê ji we ye.