Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê biryara bidarvekirina 4 girtiyên siyasiyên Kurd da

12:13 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Pîştî derbasbûna zêdetir ji sal û nîvek ji binçavkirina 4 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê û bê serûşûnbûna wan, rejîma Îranê biryara bidarvekirina wan girtiyên siyasiyên Kurd da.

Pêka rapora Rêkxirava mafê mirovî ya Kurdpayê, 4 girtiyên siyasiyên Kurd ên bi navên “Muhsîn Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî”, tevî ku sal û nîvek ji binçavkirin û bêserşûnkirina wan ji aliyê rejîma Îranê ve derbas dibe, cezayaê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û bo piştrastkirina wê cezayê, dosyeya wan welatiyên Kurd bo “Dîwana Bilind a Welat” a rejîmê hatiye şandin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî bi givaşxistin ser “Dîwana Bilind a Welat” a rejîma Îranê dixwazin bi lezgînî cezaya bidarvekirina wan welatiyan piştrast bike.

Pêka rapora Kurdpayê, rejîma Îranê tohemta hewldan bo teqandina kargeha berhemanîna balafiran li Îsfehanê bi wan welatiyên Kurd daye û piştre cezayê biarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Heta niha parêzerê dosyeya wan girtiyên siyasiyê Kurd nekariye dosyeyan wan bixwîne û ti navendekê jî bersiva wî parêzerî nedaye.

Ew welatiyên Kurd li jêr îşkenceyan de bi zorê îtiraf ji wan hatiye vergirtin ku armanca wan teqandina yek ji kargehên berhemanîna balafiran li Îsfehanê bûye.