Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Şino yê ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

11:40 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Sipêdeha roja yekşemî 17ê Befranbarê welatiyekî Kurd yê bi navê Cibreîl Ehmedpûr, temen 27 salî  kurê Rehman û xelkê gundê Girdkişane, yê ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirove Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê belgeya yasasî êrîş kirine ser mala navbirî tevî bêrêzîkirin bi endamên malabata wî, piştre navbirî girtin.

Herwisa Kurdpayê ragehand: heya niha lipeykeftinên malbata Ehmedpûr bo agehdarbûn li çarenivîsa kurê xwe bê encam maye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.