Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Ciwanroyê, dubare hate binçavkirin

10:29 - 14 Şibat 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Ciwanroyê, ku li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de jî bo heyamekê hatibû binçavkirin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatiye girtin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 24ê Rêbendana 1402 a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şeiban Murîdî” yê temen 32 salî û xelkê bajarê “Ciwanro”yê ku pêştir jî ji aliyê rêjîmê ve çend caran hatibû binçavkirin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya vegihastine.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, hêzên ewlehî bi bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û ew bi awayekî hovane û bi tundûtîjiyê ve binçav kirine.

Herwisa “Kurpa”yê daye zanîn ku “Şeiban Murîdî” li nerizayetiyên sala 1398 û herwisa li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de li demsala payîza 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve bo heyamekê hatibû girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û herwisa cihê ragirtina wî nehatine zanîn.