Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên Kurd binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine

11:48 - 14 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîmê, çalakvanekî medenî yê bajarê Sinê û welatiyekî xelkê Kamêranê bi bê belgeya yasayî, li malên wan de binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastine

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 24ê Rêbendana 1402 a Rojî, Hêzên ewlehî yên rêjîmê, çalakvanekî medenî yê xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Mistefa Zahirzihûr” û welatiyekî xelkê Kamêranê yê bi navê “Husên Saidmûçişî” yê xelkê bajarê “Mûçiş” a ser bi bajarê Kamêranê, bi bê belgeya yasayî, li malên wan de binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastine.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê belgeya yasayî, êrîşkirin ser mala wan 2 welatiyan û, ew du welatiyên Kurd li mala wan de binçav kirine.

Heta niha ji sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina wan 2 welatiyên Kurd, ti zanyariyek li ber dest nîne.

Herwisa li vê rojê de  welatiyekî Kurd ê bi navê “Şeiban Murîdî” yê temen 32 salî û xelkê bajarê “Ciwanro”yê ku pêştir jî ji aliyê rêjîmê ve çend caran hatibû binçavkirin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya vegihastine.