Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl belav kiriye ku Nûçegihanê birîndarbûyî yê “Elcezîre” fermandeyekî hemasê ye

12:10 - 15 Şibat 2024

Pêka gotina berdevkê Artêşa Îsraîl, nûçegihanekî “Elcezîre” ku li şerê bajarê “Refeh”ê de hatiye birîndarkirin, li rastiyê de fermandeyekî Hemasê ye ku li cinayeta Hemasê li 7ê Oktobrê de vîdeohilgir bûye.

Berdevkê beşa Erebî ya Artêşa Îsraîl “Awyxay Adra`î”, ragihandiye ku “Îsmaîl Ebû Omer” ê nûçegihanê kanala têlêvîzyoniya “Elcezîre”, roja Sêşemî 23ê Rêbendanê li êrîşa esmaniya Îsraîlê li nêzî bajarê “Refeh”ê hatiye birîndarkirin û ew yek ji fermandeyên Hemasê ye ku li cinayeta 7ê Oktobrê de vîdyohilgirê wan cinayetan bûye.

Pêka îdiaya wî berdevkê artêşa Îsraîl, “nûçegihanê Elcezîre” yê bi navê “Îsmaîl Ebû Omer”, vîdyogirê Hemasê li êrîşa Hemasê li nav “Kêbots Nîr Ozê” de ye.

Li vê roja bi xwîn de milîsên Hemasê  bi encamdana cinayeke qirêj li festîvala aşitiyê de li nêzî bajarê Xezê zêdetir ji hezar û 200 kes  ji jin zarok, pîr û ciwan kuştin û bi 100an kes jî bi barimte girtin û ji wan cinayetên xwe girtevîdiyo hilgirtin û bi îdiaya xwe, wek “serketineke bi şanazî” belav kirin û girtevîdyoyên wan cinayetên hovane li piraniya ragihandinên cîhanê de belav bûne û heta hinek ji wan cinayetan bi qasekî hovane ne ku ragihandinên cîhanê ji belavkirina wan xwediparêz in.