Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwanê binçav kirin

12:33 - 15 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê 3 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Merîwanê binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine û sedema binçavkirina wan welatiyên Kurd nehatiye zanîn.

Pêka rapora “HRANA”yê roja Çarşemî 25ê Rêbendanê welatiyekî Kurd ê bi navê “Elî Baqdem” digel 2 kesên din ku birayên hevjîna wî ne û navê yek ji wan “Sîrwan Bazergan” e ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Herwisa “HRANA”yê daye zanîn ku ew welatiyên Kurd li gundê “Şêx Etar”ê ser bi bajarê Merîwanê de hatine binçavkirin.

Pêka vê raporê, hêzên ewlehî bi tundûtîjiyê ve ew welatiyên Kurd binçav kirine û dest bi ser mobayl û camêrayeke wênehilgirtina wan de girtine.

Heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan, nehatiye zanîn.