Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aborînasek li Îranê huşdariya enflasiyona %60 da

17:23 - 15 Şibat 2024

Bi sedema şikesta aboriya rêjîma Îranê, aborînasekî li Îranê hûşdar daye û gotiye ku pêka berewirdan enflasiyona sala bê, dê zêdetir ji %40 be û renge nirxa enfilasiyonê heta %60 jî bilind bibe.

Aborînasekî Îranê yê bi navê “Husên Raxfer” ku mamsoteyê aborî li zanîngeha Elzehrayê ye, li hevpeyvîn digel rojnameye “Şerq” a ser bi rêjîma Îranê de gotiye: pêka berwirdên serbixwe li derheq nirxa enflasiyona sala bê, ew nirxe dê zêdetir ji %40 be û renge nirxa vê enflasiyonê heta %60 jî bilind bibe.

Herwisa navbirî daye zanîn ku rewşa aborî ya xelkê him li xercê dabînkirina hewcehiyên jiyanê û him li rewşa aboriya wan li sala bê, dê gelek xirabtir ji îsal be.

Li halekê de ku hêla hejarî li Îranê de li jêr 23 milyon û 800 hezar Tumenî ye, heqdesta kedkarên fermî ku xwedî jin û zarok in, bi p-êka biryarên rêjîma Îranê, 8 milyon Tumen e û kesên ku li kargehên biçûk de jî dixebitin, dahata wan ji vê rêjeyê njî kêmtir e