Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê xisarên mezin li pey xwe de anîn

12:31 - 17 Şibat 2024

Bi sedema barîna baranekî zaf û bi xur li çend rojên derbasbûyî de, ku li gelek cihên Kurdistanê lehî rabûn, bû sedemê xisaran, ev jî di demekê de ye ku xelk keyfxweşe bi barîna Befr û Baranê.

Rabûna lehiyê li gundekî ser bi bajarê Seqizê, xisar gihandiye wî gundî û avahî û bînayên li wî gundî bi sedema vê avê û bilindbûna asta avê diherifîn lê berpirsên rêjîmê heta niha ti karek bo wan nekirine.

Pêka raporên belavbûyî, bi sedema bilindbûna asta ava û lehiya bendava “Çiraxwêys”ê, gundê “Mîrdê” ser bi bajarê Seqizê ji ava lehiyê tejî bûye û bîna û avahiyên wî gundî diherifin.

herwisa li wan raporan de hatiye ku bi sedema bilindbûna asta ava vê avbendê ew lehiye qewimiye û malên xelkê, xwendingeh, pirtûkxane, mizgevt, şirketa Teavonî û dikanên xelkê kevtine bin avê.

Li halekê de ku bîna û xaniyên wî gundî diherifin, xelkê wî gundî bi tenê mêzeya jinavçona mal û bînayên xwe dikin û ti karek ji destê wan nayê û ti aliyek jî bi hawara wan ve neçoye.

Bi sedema barîna Befr û Baranekî zêde li çend rojên derbasbûyî de û rabûna Lehiyê, li seranserî Kurdistanê de xisar geheştiye Rêke, Pire, çavkaniyên Avê, Berq, Gaz , û gelek deweran xelk rastî pirskirêkan hatine, herwisa gelek xanî ber û saman û rez û bax û terşê xelkê jî ber kevtine û xelk zerermend bûye.