Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya girtin û nerohniya çarenivîsa 2 girtiyên Kurd

12:40 - 17 Şibat 2024

Du welatiyên Kurd yên bi navên Zûbeyîr Husênpenahî û Ebas Husênpenahî xelkê gundê Qûrîçayî yê ser bi bajarê Dêwlanê, piştî 8 roj li girtinê çarenivîsa wan nerohne û ti zaniyariyek liser rewşa wan nîne.

Li gorî nûçeya Ajansa Mafê Mirove Kurdpayê, ew du welatî li destpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatine bê parkirin.

Herwisa Kurdpayê ragehand, malbata wan du welatiyên Kurd ti zaniyariyek liser rewiş û cihê mana wan nîne.

Roja Çarşemî, 18ê Rêbendanê hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî û bi awayekî tundûtîjane ev du welatî li bajarê Dêwlanê girtine.

Ew du welatî bo hevdîtin digel malbata Mihemed “Hejîr” Feramerzî girtiyê siyasî yê bidarvekirî çobûne bajarê Dêwlanê.