Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl 5 milîsên din ên Hizbullahê Kuştin

11:31 - 18 Şibat 2024

Pêka raporên belavbûyî, li dawî êrîşa Îsraîlê de bo ser Hizbullaha Lubnanê 5 milîsên din hatine kuştin û pêka amarên belavbûyî li ragihandinên ser bi rêjîma Îranê, rêjeya wan guştiyan gihîşte 202 kesan.

Li dawî êrîşa Îsraîlê bo ser Hizbullaha Lubnanê, 5 milîsên din ên Hizbullah a Lubnanê hatine kuştin û navê wan kuştiyan jî hatine belavkirin û pêka amarên ku ragihandinên ser bi rêjîma Îranê belav kirine, heta niha 202 milîsên Hizbullahê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve hatine kuştin.

Hizbullaha Lubnanê heta niha bi awayê perakende û bi avêtina rakêtan bo ser bajarên sînorî yên Felestînê, hewla encamdana şerekî sivik û ji dûr ve daye lê Îsraîlê bi balafirên şerker û mûşek û dironan, xisarên canî û malî yên gelek zêde li Hizbullahê xistine.

Xelkê Lubnanê naxwaze rastî şer digel Îsraîlê be, lê bi sedema piştevaniya rêjîma Îranê ji Hizbullahê û dana bûdceyeke gelek zêde û herwisa cebilxane bi wan milîsan, ew li Lubnanê de kirine xwedî bandor û egera vê yekê heye ku Hizbullah, xelkê Lubnanê bi destê Îsraîlê bide kuştin, her wek çawa ku Hemasê Felestînî dane kuştin û Xeze dane kawilkirin.