Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin

17:10 - 3 Şibat 2024

Osame Eyazî, Mazyar Ehmedî, Şahîn Rehmanî, Arîn Xalxal û Berzan Yûsifî 5 welatiyên Kurd û xelkê bajarê Selasa Bawecanî ser bi parpêzgeha Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ve hatine girtin.

Li gorî nûçeya Rêkxirava Mafê Mirove Hengawê, roja Çarşemî 11ê Rêbendana 1402 a Rojî, hêzên ewlehî yên rejîmê rijiyane ser mala wan welatiyên xelkê Selasa Bawecanî yên bi navên Osame Eyazî, Mazyar Ehmedî, Şahîn Rehmanî, Arîn Xalxal û Berzan Yûsifî bi awayekî tundûtîjane hatine girtin.

Li gorî çavkaniyek agehdar, ev 5 welatiyên Kurd bi tohmeta, hevkarî digel girûpên Îslamî hatine girtin û piştre bo girtîgeha Îdareya Îtilaatê li Meydan Nefit a bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.