Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûner PDKÎ li semînareke Partiya Sosyal Dêmokrat a Ortîşê de

11:57 - 19 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 26ê Rêbendana 1402 a Rojî, beşa Pêywendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê de li semînareke Partiya “Sosyal Dêmokrat” a wî welatî de kir ku bi armanca baskirin li ser “Şerê Azadîxwazaneya Dêmokratan li dijî faşîstan li 90 sal berî niha”, ku ji aliyê vê Partiyê ve hatibû rêkxistin.

Berpirsê beşa Pêwendiyên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Otrîşê, “Mihemed Feqêelî” li ser gazîkirina fermî ya Partiya Sosyal Dêmokrat a Otrîşê, li vê semînarê de beşdarî kiribû.

Dîrokzan û dîroknivîsê binavûdeng ê welatê Ortîşê, Dr. “Wolfgang Maderthaner” ku wek birêveberê vê semînarê li derheq bûyera dîrokî ya welatê Ortîşê anku “Şerê Azadîxwazaneya Sosyal Dêmokratan li dijî faşîstan ê 90 sal berî nihya”axivî û piştre li baseke azad de beşdarbûyên Semînarê ku beşa herî zêde, endamên payebilind ên Partiya Sosyal Dêmokrat û kesên akademîk û çalakvanên siyasî bûn, beşdarî li wan axaftinan de kirin.

“Mihemed Feqêelî” li beşa axaftinên azad de îşare bi vê kir ku bi 10an sal e ku bi sedema faşîtbûna rêjîmên desthilatdar bi ser welatê Kurdistanê, neçar bi rawestan li hember wan bûne û lihembersekinên azadîxwazane bûn ku netewa Kurd ew bi zindî ragirtiye û rêjîma faşîst a Komara Îslamiya Îranê, bernameyên faşîstî yên 90 salî berî niha ya Ortîşî, niha bi taybet li Kurdistanê de bi rê ve dibe.

Nûnerê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li dawiyê de karî digel piraniya beşdaran axaftin û danûstandinê bike.