Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Sasan Çemenara” bo dadgeha rêjîmê hate banghêjkirin

12:06 - 19 Şibat 2024

“Sasan Çemenara” ku yek ji binçavkiriyên li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ye, piştî azadkirina demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Têhranê, careke din bo dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Îlamê, hatiye gazîkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 29ê Rêbendana 1402 a Rojî, yek ji binçavkiriyên li şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê bi navê “Sasan Çemenara” ku bi awayê demkî hatibû azadkirin, bo dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Îlamê hatiye gazîkirin û pêka biryara dadgehê 5 rojên din ev dê bê dadgehîkirin.

Ew hunermend bi tohmetên wek “kombûn û hevkarî li dijî ewlehiya netewî û propagende li dijî nizam”ê li taya 29 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Têhranê de bi serokatiya “Elî Mezlûm” 5 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Nabirî li 25ê Rezbera 1401 a Rojî de bi sedema beşdarî li xwenîşandanên nerizayetî, bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve hatibû binçavkirin û 21 roj li girtîgeha “1A”a îtilaata spaha pasdaran a terorîst de bi tundî hatibû îşkencekirin û 18 roj li girtîgeha Êvîn a rêjîme de binçavkirîbû ku piştre bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî hate azadkirin

Herwisa navbirî careke din ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Îlamê hatibû binçavkirin û bi awayê demkî heta dadgehîkirinê hatiye azadkirin.