Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dixwaze destfiroşiya ser şeqaman wek kar bihesîbîne û bacê ji wan bistîne

11:34 - 20 Şibat 2024

Rêjîma Îranê tevî ku heta niha nekariye derfeta kar bo xelkê Îranê dabîn bike niha dixwaze destfiroşiya li ser şeqaman wek kar bihesibîne û ji wan bacê bistinbe!

Pêka rapora rojnameya “Sazendigî” ya ser bi rêjîma Îranê, Kabîneya Reîsî dixwaze destfiroşiya li ser şeqaman wek kar nas bike û ew yeka li halekê de ye ku xelkê Îranê bi sedema nebûna kar bo peydakirina pariyek nan, li ser şeqaman hinke tiştên wek cigare an gore û destmalên kaxezî û tiştên wiha difroşin, rêjîm di cihê dabînkirina kar bo wan kesan, niha dixwaze destfiroşiyê wek kar bihesibîne û bacê jî ji wan bistîne.

Herwisa li vê derheqê de nûnerekî meclîsa rêjîma Îranê gotiye ku divê em bacê ji destfiroşan bistînin û li Têhranê de nêzî 30 hezar destfiroş hene ku rêjeya wan ji vê yekê jî zêdetir e.

Rojnameya Sazendigî li rapora xwe de îşare kiriye ku “her qas rewşa aborî xirabtir dibe, kompanî û kargehên berhemanîn û cihên din ên kar biçûktir dibin an ji nav diçin, rêjeya destfiroşan zêdetir dibe” li rastiyê de xelk bi sedema vê yekê ku dahata wan gelek kêmtir ji xercê hewcehiyên bingehîn ên jiyana wan e, neçar mane ku destfiroşiyê bikin.